Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hikûmeteke Îraqî ya Ne Alîgira Îranê Dixwaze

Sê hefte berê li gor encamên hilbijartinan "Çaçova Hemahengîyê" ya pêkhateya Şî’a mezheb li Îraqê Serokwezîrê berê Nûrî Malkî weke berbijarê Serokwezîrîyê destnîşankir.

Serokê Amerîka bi zelalî peyam da Îraqê ku destnîşankirina Malikî bo serokwezîrîya Îraqê dê Amerîka alîkar nebe û ewê ti alîkarî bi hikûmeta Îraqê re neke ger ku Malikî serokwezîr be.

Amerîka gelek caran Îraq hişyar kirîye ku xwe ji Îranê dûr ragire û divê Îraqê xweserîya xwe hebe û li jêr ferman û siyseta Îranê tev negere.

Raport ji Îraqê didin diyarkirin ku piştî helwesta Amerîka ya li hember berbijarkirina Malikî niha alozî di nava mala Şî’îyan de çêbûye, her çende bi fermî û li ser navê Çarçoveya Hemahengîyê hatîye gotin ku ewê Malikî li gor heza Amerîka neyê gihertin, lê pêkhateyên di nava wê Hemahengîyê de ku zêdetirî 10 pêkhate û baskên siyasî yên şî’a mezheb hene, lihev ketine û lihevhatina giştî ku Malikî wek berbijêr bimîne lawaz bûye.

Rêvebirê Navenda Ragihandina Îraqî li Washington Nizar Heyder gote Dengê Amerîka "Piştî ku Çarçoveya Hemahengîyê helwesta cidî ya Amerîka li hember berbijarîya Malikî bo serwokwezîrîya hikûmeta Îraqê zanî, ji hejmara 12 pêkhate û navnîşanên di nava Çarçoveyê de 10 ji wana xwe ji Malikî dûr radigirin û du pêkhate jî hîna pêgir in ku Malikî bimîne. "

Nizar Heyder
Nizar Heyder

Birêz Heyder dide zanîn ku pêkhateya Kurd, Sûnî û herwiha lêvegera Şî’a li Necefê jî niha naxwazin Malikî bimîne.

"Niha Çarçoveya Hemahengîyê bi cidî dixwaze Malikî biguherînin bi kesek din, ji ber ku ew baş dizanin eger tekezîyê li ser Malikî were kirin ewê Îraq ligel Amerîka bikeve di nava girjîyên berfireh û cidî de," Heyder got.

Rêvebirê Navenda Ragihandina Îraqî li Washington dibêje ku heta niha pêkhateyên Şî'a Îraqî bi giştî negihane encamekê ku kesek din destnîşan bikin, "Ji ber ku Çarçove dixwaze piştrast bibe ku berbijêrê nû ji alîyê Amerîka ve qebûl kirî be, ew naxwazin tecrûbek din ya neserketî dubare bibkin. Berbijêrek din destnîşan bikin û bi dilê Amerîka nebe ewê bikevin di nava tengasîyê de."

Derbarê daxwzên Amerîka ji Îraqê û mercên wê yên avakirina hikûmeteke nû li wî welatî Heyder dibêje, "Tiştê Amerîka ji Îraqê dixwaze ew e ku Îraq weke welatekî xwedî serwerî be, ne ku girêdayî Komara Îslamî ya Îranê be û ji alîyê siyasî, zanistî, aborî û enerjîyê ve girêdayê Tehranê be."

Wek tê zanîn ku gelek grûpên çekdar ên di nava Heşda Şe'bî de rasterast girêdayî Îranê ne û hejmarek ji wan Amerîka xistine di nava lîsta terorê de.

Heyder dibêje Amerîk ji Îraqê dixwaze dîsan ku grûpên çekdar ên li Îraqê ne werin hilweşandin û alîgirên Îranê di nava artêş û Heşda Şe'bî de nemînin.

Heyder got ku ji dema guhertina rejîma Îraqê ji sala 2003ê ve hikûmetên Îraqî yên li dûv hev alîgir û nêzkî Îranê bûne, gelek grûpên çekdar bi fermana Îranê hatine avakirin û Amerîka vê yekê baş dizane.

Ji hejî bîrxistinê ye ku di sala 2008an de, peymanek stratejîk di navbera Îraq û Amerîkayê de hate îmzekirin, ku pêşeroja Îraqê, pirsa demokratîzekirin û parastina sîstema siyasî li wî welatî bi Amerîkayê ve girê dide.

XS
SM
MD
LG