Nûnerê Taybet ê Amerîkayê, Tom Barrack û Serokwezîrê Îraqê Mohammed Şi’a al-Sudanî roja Duşemê li Bexda çavdêrîya îmzekirina peymaneke berfireh a enerjîyê ya di navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û kompanya Amerîkî Chevron de kir.
Barrack ev peyman wekî “xala werçerxanek dîrokî” ji bo gelê Îraqê û ji bo yek ji kompanîyên pêşeng ên enerjîyê yên Amerîkî pênase kir.
Wî got ev gav piştgirîyek xurt e ji bo nêrîna serok Donald Trump ya pêşvebirina aştîyê bi rêya geşbûna aborîyê li Rojhilata Navîn.
Li gorî nivîsgeha serokwezîr, Wezareta Petrolê û Chevron du yadaştnameyên destpêkê yên têgihîştinê îmze kirine da ku çalakîyên kompanîyê li herêmên Besra, Ziqar û kompanîya Petrolê ya Bakur berfireh bikin.
Peyman îhtîmala weberhênana Chevronê li zevîya petrolê ya Qurna Rojava-2 jî xurt dike.
Zevîya Qurna Rojava-2 niha ji aliyê kompanîya Rûsî Lukoil ve tê xebitandin; ev şîrket di Cotmehê de ji alîyê Amerîka ve xistîye di lîsteya reş de. Zevîya Qurna Rojava ya mezin li parêzgeha Besra ye û nêzîkî %10'ê berhemê petrolê ya Îraqê û %0,5'ê berhemê petrolê yê cîhanê pêk tîne.
Serokwezîr Sudanî girîngiya van peymanan di pêşvebirina reformên sektora petrolê de û bandora wan a erênî ya li ser xurtkirina rewşa aborî û baştirkirina debara jiyanê li parêzgehên Ziqar û Selahedîn(Tikrît)'ê destnîşan kir.
Civînên siyasî û peywendiyên herêmî
Di çarçoveya serdana xwe de, Barrack herwiha bi Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên re civîya da ku li ser xurtkirina têkiliyên dualî, bi taybetî di şerê li dijî terorê de, gotûbêjan bike.
Wezareta Derve ya Îraqê di daxuyanîyekê de got ku di civînê de herdu alîyan li ser pêşxistina têkilîyên Îraq û Amerîka, mijarên herêmî û danûstandinên navbera Washington û Îran de jî gotûbêj kirin.
Di nava nakokîyên siyasî yên navxweyî de, Donald Trump di 27'ê Çileya 2026'an de Nûrî Malikî wekî berbijarê serokwezîrê Îraqê red kir û hişyarî da ku heke ew vegere ser desthilatdarîyê, Washington êdî alîkarîyê bi Îraqê re nake.
Her çend rêveberîya Amerîka li ser vê helwestê tekezî dike jî, hêj partî û hêzên Îraqî ti berbijarek din ji bilî Nûrî Malikî ji bo posta serokwezîrîyê destnîşan nekirîye.
Peymana enerjîyê ya nû, ku ji ba herdu alîyan wekî gavek stratejîk tê dîtin, di demekê de tê ku Îraq hewl dide kerta petrolê nûjen bike û têkilîyên xwe yên navneteweyî berfireh bike.