Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Amerîka li Bexda Hişyarîyê li ser Metirsîyên li Îraqê Dide

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexda
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexda

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê îro Pêncşemê hişdarî da ku "komên mîlîşyayên terorîst ên girêdayî bi Îranê dikarin di 24–48 demjimêran de li navenda Baxdayê êrîşan bikin.”

Li gorî daxuyanîyê, armancên dibe ku çê bibin ev in: Welatîyên Amerîkayî, sazîyên dîplomatîk, karsazî, balafirgeh, hotêl, avahîyên enerjîyê û herêmên ku bi Amerîkayê ve girêdayî ne, herwiha sazîyên sivîl ên Îraqî.

Balyozxaneyê herwiha hişyarî li ser metirsîya revandina welatîyên Amerîkayî jî da û got ku her kes tedbîrên cidî werbigire.

Ji destpêka operasyonên dijî Îranê ve, Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaz ji welatîyên Amerîkayê kiriye ku demûdest ji Îraqê derkevin, ji ber ku welat di asta 4’an a hişyarîya ewlehîyê de ye. Hatîye ragihandin ku hikûmeta Îraqê nekarîbûye van êrîşan rawestîne, û dibe ku hin endamên mîlîşyayan xwe wek karmendên hikûmetê nîşan bidin.

Her çend karmendên dîplomasî û nûnertîyên Amerîkayê li Îraqê bo kêm kesan vekirî dimînin, şîret li welatîyan tê kirin ku ji ber metirsîyên ewlekarî nêzîkî balyozxaneyê an konslusxaneyê nebin.

Ji ber ku balefirgehên Îraqê niha hatine girtin, ji Amerîkîyan tê xwestin ku bi rêyên bejahî bi otombîlan ber bi welatên cîran ve derkevin, weke Urdun, Kuweyt, Erebistana Siûdî û Tirkîyê.

Balyozxaneyê di dawîyê de şîret li wan kesan kir ewên ku li Îraqê dimînin haya wan ji xwe hebin û hişyar bimînin, ji civîn û xwepêşandanan dûr bikevin, têkilîyê bi malbatên xwe re bihêlin û pêdivîyên bingehîn bo rewşên awarte amade bikin.

Roja Sêşemê rojnamevaneke Amerîkayî bi navê Shelly Kittleson li Bexdayê hate revandin. Karbidestên Îraqî dibêjin ew hewlên lêgerîna wê didomînin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG