Di çarçoveya givaştinên Amerîkayê yên ser aborîya Komara Îslamî ya Îranê û grûpên girêdayî wê li Îraqê û herêmê, Amerîkayê cezayên nû danîn ser Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Îraqê Elî Me'aric Behadlî.
Wezaretê herwiha ceza danîn ser sê fermandarên mezin ên komên çekdar yên Ketayîb Seyîd El Şuheda û Esaîb Ehl El Heq yên Îraqê ku girêdayî Îranê ne.
Ev di demekê de ye ku Amerîkayê pêşwazî li erkdarkirina birêz Elî Falih Zeydî kirîye wek Serokwezîrê erkdar ji bo avakirina hikûmeta nû ya Îraqê.
Şirovekarê pirsên siyasî û Rêveberê Navenda ragihandina Îraqî li Washington birêz Dr. Nizar Heyder ser cezayên nû yên Wezareta Xezîneya Amerîkayê li dij Behadlî û fermandarên grûpên çekdar yên girêdayî Îranê li Îraqê got,"Ragihandina cezayên nû yên roja Pêncşemê tê wateya peyamek zelal a Washingtonê bo serokwezîrê erkdar Elî Zeydî ku nabe ti wezîrekî hikûmeta niha ya Îraqê di kabîneya nû ya hikûmeta wî de cih bigire."
Şirovekar Heyder herwiha dibêje, "Ev peyama Amerîkayê ye ku Îraqîyên destek daye Îranê û sizayên aborî yên Amerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê binpkirin bê cezakirin derbaz nabe."
Heyder weke mînak navê kesekî tîne ku di cezyan de ye dibêje ew kes "Îsa Kazim El-Suweylî ku ji ketayîbên Hizbullahê ye, herwiha cîgirî wezîrê Petrola Îraqê Behadlî, destê van di destê Îranê de ye û rola wan di qaçaxbirina petrola Îranê de heye li dijî sizayên Amerîka yên li dij Îranê."
Nizar Heyder dibêje "Ev tekezîya peyama Washingtonê ye ji bo Îraqê ku kesên navên wan di cezayan de hatine nabe bi ti şêwekî rola wan di hikûmetê de hebe."
Nizar Heyder dide zanîn ku "Divê erkdarê hikûmeta nû van peyamên Amerîkayê û civaka navnetewî bi cidî werbigire ku nabe ti kesekî girêdayî Îranê, yan girêdayî grûpên çekdar yên Îraqî di hikûmeta nû de rol hebe."
Şirovekarê naskirî Dr. Ehmed Şerî dibêje jî "Bi nêrîna min Amerîka serkeftîye di karanîna kartên aborî de li dijî Îranê û grûpên girîdayî wê li herêmê, Îranê mecbur dike da ku bi danûstandinan razî bibe."
Şerîfê dide zanîn ku ew bawer dike "Îran bi mercên Amerîkayê razî bûye rewş ber bi çareserîyê ve dike, ceza dibin sedema daketina bihayê peterolê."
Şerîfî weha şirove dike ku givaştinên rasterast yên ser aborîya Îranê bandorê li wan welat û grûpan e, yên ku piştgirîyê didin wê.
Dengê Amerîka derbarê helwesta karbidestên Îraqî bizane, têkilî bi wezareta petrolê ya Îraqê re danî, lê ne berdevkê wezaretê ne berpirsên din amade nebûn bersiva pirsên Dengê Amerîkayê ser ragihandina cezyaên nû li dij hin berpirs û fermandarên grûpên çekdar bide.