Polîsê Îraqî îro Yekşemê xwepêşandaneka bajarê Besra li başûrê welêt gullebaran kir.
Xwepêşandana dehan welatiyên Îraqê, li dijî kêmbûna kar, elektirîk, av û xizmetên din ên bingehîn bû, li gor polîs û berpirsên xwecihî.
Çavkaniyên polîs got di gullebaranê de 8 xwepêşander birîndar bûn, di demekê de ku şaredarekî xwecihî got xwepêşanderek hat e kuştin û sê kes birîndar bûn e.
Yasîn el-Battat, şaredarê herêma Îmam Sadiq, cihê ku xwepêşandan lê bûyî, got:
“xwepêşanderan daxwazên rewa dikirin ji bo kar û xizmetên bingehîn, lê polîs ew gullebaran kirin.”
Êl û civakên xwecihî yên Îraqê li cihên ku kompaniyên biyanî yên niftê kar dikin hin caran xwepêşandanan dikin da ku kompanî kar û xizmetên din dabîn bikin.