Breaking News

Îraq bo Azadkirina Çîyagerên Amerîkê Bizavê Dike

Îraq bo Azadkirina Çîyagerên Amerîkê Bizavê Dike
Îraq bo Azadkirina Çîyagerên Amerîkê Bizavê Dike

Serokê Îraqê Celal Talabanî bizav kirye alîkariyê biket bo berdana du çîyagerên Amerîkî ku li Îranê hatine girtin.

Di kombûneka karbidestên Amerîkî û Îraqî li Bexda roja Pêncşembî, wezîrî derve yê Îraqê got hikûmeta wî gelek bizavê diket ku alîkariyê biket bo berdana Shane Bauer û Josh Fattal. Herdu Amerîkî li nîveka sala 2009 ê li ser tixûbê Îranê û Îraqê hatibun girtin û li Îranê bi sîxuriyê hatine tawanbar kirin.

Li ser vê çendê peyamnêr Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li Kerkuk, Yehya Berzincî bi telefonê peywendî kir bi rêzdar Nazim Omer, berpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê.

XS
SM
MD
LG