Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Çend gomanlêkiriyên Al-Qayde Desteser Kirin


Îraq Çend gomanlêkiriyên Al-Qayde Desteser Kirin
Îraq Çend gomanlêkiriyên Al-Qayde Desteser Kirin

Hêzên Parastina Îraqê 39 kes desteser kirin bi gomana hebûna têkeliyan bi Al-Qayde.

Wezîrê navxwe yê Îraqî Cewad Al-Bolanî dibêje ku hêzên parastinê li jimareka operasyonan ew gomanlêkirî desteser kirin.

Li konferanseka rojnamevanî roja Pêncşembî li Bexda, Bolanî got ku kesên hatîne girtin, ser bi komela bi navê Dewleta Îslamî li Îraqê ne û yek ji wan rêberê Al Qayde ye bi navê Salim Serfîc.

Ajansa Associated Press radigehîne ku Bolanî daxwaza cezaya Îdamê bo her hemî 39 gumanbaran dike, herçende ew nehatîne dadgehî kirin. Bolanî got ku wî divêt Îdam kirina wan gomanbaran nehête paşêxistin, jibo tirsandina teroristên din bihête girtin.

XS
SM
MD
LG