Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Cezayê Heta Hetayê Dide 4 Êrîşkarên Firokxaneya Bexda


IRAQ-POLITICS-COURT
IRAQ-POLITICS-COURT

Dadgeheke Îraqî roja Yekşemê cezayê zindanê li çar kesan birî jiber êrîşeke li ser firokexaneya Bexdayê di destpêka vê salê de ku ziyan gihandbû du firokeyên sivîl yên vala ku li qada firîngehê dadayî bûn.

Ev yekem biryare di rewşeke weha de, tevî bi dehan êrîşên mûşek û firokeyên bê firokevan ku bi piranî bingehên serbazî yên mêvandariya hêzên biyanî li firokexaneyê yan jî li deverên din yên li Îraqê kirine armanc.

Sizayê ku roja Yekşemê ji bo êrîşeke bi mûşekan ya 28ê Çile li ser firokexaneya navdewletî ya Bexdayê bû, ku ti ziyanên canî çênebûbûn.

Dadgehê ragihand ku "cezayê heta hetayî da çar tawankarên ku beşdarî êrîşê bûne", ev yek li gorî daxuyaniyeke Encumena Bilind ya Dadwerî ya Iraqê hat ragihandin.
Di daxuyaniyê de der barê nasnameya kesên hatine sizadan û girêdana wan siyasî ti agahî nehatin dayîn.

Digel ku tê îdîakirin, êrîşên pir caran li ser bingehên ku mêvandariya hêzên leşkerî yên biyanî tên kirin li Îraqê, bi taybetî Amerîkî komên çekdar yên alîgirên Îranê têne tawanbar kirin, ku gelek ji wan daxwaza vekişîna tam ya hêzên Amerîkî ji Îraqê dikin.

Êrîşên li ser berjewendiyên Amerîka di Çileyê paşîn de zêde bûbûn, hevdem ligel duyemîn salvegera êrîşa firokeyên bêfirokevan yên Amerîkî di sala 2020an de ku tê de generalê payebilind yê leşkerê Qudsê Qasim Silêmanî û lîderê Heşda Şaabî li Îraqî Ebû Mehdî el-Muhendis hatbûn kuştin.

XS
SM
MD
LG