Ofîsa Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa Sudanî îro Înê bi daxuyanîyeke ragihand ku hikûmeta wî jibo girtina nûnertîya koalisyona navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka komîteyekê ava dike.
Berpirsekî hikûmeta Îraqê jî dîyar kir ku wê di nava komîteyê de hevpeymanîya navneteweyî ya leşkerî jî hebin.
Daxuyanîya Sudanî ya îro rojeke piştî ku êrîşeke Amerîka ya ser bingeha koma Nacebaa ya giredayê Haşdî Şabî ye hat ku tevî fermanderekî komê, çar kes hatibûn kuştin û heft jî birîndar bûbûn.
Êrîşa Amerîka bû sedema hêrsa komên alîgirê Îranê yên ku daxwaz ji hikûmetê dikin ku hebûna hevpeymaniyê li Îraqê bi dawî bike.
Wezareta berevanîyê ya Amerîka got ku artêşa Amerîkî roja Pêncşemê êrîşa li Bexdayê wek tola dijî êrîşên dawî yên ser karmendên Amerîkî pêk anîye.
Li Îraqê 2500 û li Sûrîyê jî 900 hêzên Amerîkî hene ku Washington dibêje ew şêwirmendî û alîkarîya hêzên xwecîhî dikin ku rê li ber vejandina Dewleta Islamî (DAIŞ) bigirin.
Komên çekdar yên bi piştgirîya Îranê li Îraq û Sûrîyê êrîşên dijî hêzên Amerîkî dikin bi sedema ku Washington piştgirîyeke xurt dide Îsraîlê.
Jêder: Reuters