Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê Parlemanterekî Berê û Cîgirê Wezîrê Petrolê bi 7 Sal Zindan Hatin Cezakirin

Iraq Elections
Iraq Elections

Desteya Destpakîyê ya Îraqî îro Yekşemê ragihand ku du biryarên girtinê yên heft salan li ser parlemanterê berê Telal Zube'î û cîgirê wezîrê petrol Elî Behadilî hatine derxistin, bi tawana gendelîyê û zêdebûna pereyên wan.

Nirxê pereyên neyasayî yên parlemanterê berê Telal Zube'î nêzî 35 milyar dînar bû. Her wiha hate xwestin ku ew nêzî 70 milyar dînar wekî vegerandina pereyan û cezayî bide.

Nirxê pereyên neyasayî yên cîgirê wezîrê petrolê jî nêzî 26.5 milyar dînar bû, û ew hat neçarkirin ku 53 milyar dînar vegerîne.

Hêjayî gotinê ye duh Şemîyê berdevkê Hikûmeta Îraqê Dr. Heyder Ebûdî eşkere kir ku qebareya pere û malên ku di çarçoveya helmeta dijî gendelîyê de hatine vegerandin, gihîştiye 1.359 trîlyon dînarên Îraqî (nêzî 1.037 mîlyar dolar).

This item is part of
XS
SM
MD
LG