Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Cezayê Zindanê ya Hetahetayî Dide Sê Endamên Daişê yên Fransî

Dadgeheke Îraqê îro Pêncşemê cezayê zindanê yê hetahetayê li sê welatîyên Fransî birî, piştî ku bi sûcê tevlîbûna di nav koma Daişê de hatibûn tawanbarkirin.

Biryar di rûniştineke dadgeheke Bedxayê de hat dan ku parêzerên wan û nûnerên Balyozxaneya Fransayê jî amade bûn.

Li gor daxuyanîya dadgehê ku ajansa Reuters veguhestîye, "Dadgeha Kerexê ya tawanan cezayê hetahetayê li sê terorîstên xwedî hemwelatîya Fransayê birî, ji ber tawana tevlîbûna di nav endamên terorîst ên Daişê de."

Di daxuyanîya Encûmena Dadwerî ya Bilind a Îraqê de hate diyarkirin ku her sê tawanbar di nav grûpeke ji 47 tawanbarên xwedî hemwelatîya Fransî de bûn ku desthilatdarên Îraqê ew ji bakurê rojhilatê Sûrîyê wergirtibûn.

Dadgeha Pêdaçûnê ya Kerexê ya Yekem lêpirsîn bi wan re kir û li gorî rêkarên yasayî yên pejirandî ew veguhastin dadgeha peywendîdar.

Tê zanên roja Sêşemê jî, dadgehê cezayê zindana hetahetayê da şeş Fransîyên ji heman grûpê, û li ser yekî din jî cezayê 15 salan girtîgehê hat birîn, bi heman tawanê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG