Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPT: Di Mehekê de 474 Êrîş li Ser Herêma Kurdistanê Bûne

Li gorî daneyên herî dawî yên rêxistina Tîma Aştîya Civakî (CPT) ya Amerîkî, di êrîşên Îran û komên çekdar ên li ser Herêma Kurdistanê de 14 kes hatine kuştin û 93 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyanîyekê de ku ji bo beşê Kurdî yê Dengê Amerîka re hatîye şandin, rêxistin dibêje ku “Di nav mehekê de ji operasyona hevbeş a Amerîkî û Îsraîlî li dijî rejîma Îranê, Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê û komên wan ên kirêgirtî li Îraqê, dest bi êrîşkirina konsulxaneyên Amerîkî û baregehên leşkerî, kamp û baregehên partîyên Kurd ên rojhilat li Herêma Kurdistanê kirin stûnên hêlên peywendîyan, avahîyên niştecîbûnê, cihên giştî û çend rêxistinên nehikûmî."

CPT rêxistineke nehikûmî ya Amerîkî ye ku ji bo kêmkirina tundûtûjiyê û belgekirina binpêkirinên mafên mirovan li deverên krîzan dixebite. Ev rêxistin ji sala 2003an ve li Îraqê dixebite.

Tîma CPT li Herêma Kurdistan û Îraqê got ku di meha şer de li Herêma Kurdistanê 474 êrîş hatine kirin, 179 ji wan ji alîyê Pasdarên Îranê bi xwe û 295 ji alîyê komên kirêgirtî yên Îranî li Îraqê ve hatine kirin.

Ji 474 êrîşan, 359 bi dronên xwekuj, 104 bi mûşekan, 10 bi topan û bûyerek gulebaranê hatine kirin.

Li gorî CPT, heta roja Yekşemê 370 êrîş li Hewlêrê, 90 li Silêmanî û 11 li Duhokê hatine kirin.

Parêzgeha Helebceyê, ku bi Îranê re sînordar e, bi sê êrîşan hatiye lêdan.

Li gorî çavkaniyên CPT, piraniya êrîşên li parêzgehên Hewlêr û Duhokê ji alîyê komên milîs û girêdayî Îranê yên li Îraqê ve hatine kirin. Piraniya êrîşên li ser parêzgeha Silêmanîyê rasterast ji alîyê Pasdarên Îranê ve hatine kirin.

Ji êrîşên li ser Herêma Kurdistanê, 228 ji alîyê sîstemên berevanîya esmanî ve hatine astengkirin an jî berî ku bigihêjin armancên xwe hatine gulebarankirin an jî hatine xistin.

Tîma CPT ya Kurdistana Îraqê daxwaza bidawîanîna vî şerî û êrîşên li ser Herêma Kurdistanê dike û dibêje ku “divê jiyana sivîlan were parastin û qurbaniyan di zûtirîn dem de werin qerebûkirin. Divê hikûmeta Îraqê hewl bide ku Herêma Kurdistanê û Îraqê bi rêya dîplomasîyê biparêze û hemû kom û alîyên ku ji hundirê Îraqê ve êrîşî Herêma Kurdistanê dikin, berpirsiyar bigire.”

XS
SM
MD
LG