Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fûad Hisên bi Hevtayên xwe yên Urdunî û Misrî re li Ser Tengava Hormuzê Gotûbêj Kirin

Jordanian Deputy Prime Minister and Foreign Minister Ayman Safadi, and Iraqi Deputy Prime Minister and Foreign Minister Fuad Hussein
Jordanian Deputy Prime Minister and Foreign Minister Ayman Safadi, and Iraqi Deputy Prime Minister and Foreign Minister Fuad Hussein

Wezîrê Derve yê Îraqê Fûad Hisên di hevdîtinên cuda de îro Seşemê li Ammanê bi wezîrên derve yên Misir û Urdunê re rewşa herêmê, hewldanên ji bo vekirina Tengava Hormuzê û pêşxistina hevkarîyên enerjîyê gotûbêjkir.

Di hevdîtina wî bi Bedir Ebdulatî wezîrê Derve yê Misrê re, herdu alîyan girîngîya pêşxistina têkiliyên Îraq û Misir û berfirehkirina hevkarîyê di warên enerjîyê, elektrîkê û projeyên hevpar de tekez kirin.

Di hevdîtina wî ya bi wezîrê derve yê Urdunê Eymen Sefedî re jî, projeya borîyê ya neftê ji Îraqê bo bendera Eqebe û girêdana elektrîkê di nav mijarên sereke de bûn.

Herwiha, rewşa herêmê û hewldanên ji bo vekirina Tengava Hormuzê hatin gotûbêjkir. Îraq û Urdun girîngiya diyalog û dîplomasiyê û berdewamkirina koordînasyona Erebî û herêmî ji bo ewlehîya û aramîya herêmê tekez kirin.

Hisên her wiha siyaseta hikûmeta Îraqê ya komkirina çekan di destê dewletê de wekî yek ji pêşînîyên sereke yên hikûmetê destnîşan kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG