Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê Hejmartina Dengan Rojekê Piştî Hilbijartinan Berdewan Dike


Hejmartina dengan li Îraqê îro Duşemê berdewam kir, rojekê piştî hilbijartinên parlemanî ku tê de rêjeyeke pir kêm ji dengdaran beşdarî kir.

Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan got ku di dengdana Yekşemê de rêjeya beşdarîyê 41% bû. Li ser asta parêzgehan, rêjeya herî kêm ya dengdanê li Bexdada paytext ku tenê navbera 31-34% ji dengdaran dengên xwe da.

Hilbijartinên pêşwext li Îraqê wekî bersiv bû jibo xwepêşandinên girseyî yên sala 2019’an ku tê de xwepêşanderan daxwaza derfetên kar, xizmet û hilanîna partîyên desthilatdar û guhertina sîstema sîyasî li welêt kiribû. Di wan xwepêşandinan de hêzên ewlekarîyê û mîlîşyayan bi sedan xwepêşander kuştibûn.

Tê çaverê kirin ku encamên destpêkê yên hilibijartinan îro Duşemê derkevin.

Ev cara pêncan ji dema ku rejîma diktaror Sedam Hisên sala 2003’an hatîye roxandin hilbijartin li Îraqê pêk tên. Lê piranîya hemwelatîyên Îraqî dibêjin ku jiyana wan baştir nebûye, heta piştî têkbirina DAIŞ sala 2017’an.

Li gelek deverên Îraqê, rewşa binesazîyê xirab e û xizmetên serekî wekî elektrîk û perwerde hergav kêm in.

XS
SM
MD
LG