Serokê Encûmena Komisyona Bilind a Hilbijartinên Îraqê dibêje piştî girtina Sandiqên Dengdanê îro dê konferanseka Rojnamevanî bête lidarxistin ji bo ragihandina rêjeya beşdarbûna xelkê û belavkirina agahiyên berferh li dor encama dengdana derveyî welat û penaberan.
Maan el-Hîtawî got dê encamên giştî di nav 48 demjimêran de bêne ragihandin.
El-Hîtawî îro Şemiyê di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka agahî dan û her wiha behsa çonîtiya birêveçûna piroseya Dengdanê kir.