Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Aloziyên Îraqê Piştî Ragihandina Encamên Hilbijartinan


Digel ragihandina encamên dawiyê yên hilbijartinên pêşwext yên perlemana Îraqê, aliyên ne serkeftî encam red kirin û guvaş liser komisyona hilbijartinan zêde kirin, bi rîya xwenîşandan bo guherîna encaman, ku ev rewşa niha ya Îraqê gefan biser tevaya ewlehîya welat dike.

Aliyên nêzîkî Îranê keftine ber ciza dengderan weko havpeynanîya Fetih û hevpeymanîya Dewleta Qanûnê liser desthelata wan ya xirab lidema ew di desthelatê de bûn.

Li Herêma Kurdistanê xuya nake encam aloziya sereke be lê pirsa Kurdan peydakirina hevpeymaniyeka yekgirtî ye.

Erê aliyên serkefiyên Kurdan dikarin yekrêziyekê peyda bikin?

Proja Kurdan bo Bexda wê liser pirsên niştimanî be yan careka din wê liser post û wezaretan be?

Rojnamevan Reşîd Sofî gote bernamê Tîrêj ku hijmara korsîyên Kurdan derfeteke bo bidestxistîna mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.

Berpirsê ofîsa hilbijartinan ya PDK Xalid Ehmed bawer dike ku Kurdan roleka mezin di pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de hebe.

Bernameya Tîrêj 23/10/2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:00 0:00



XS
SM
MD
LG