Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Elî Zeydî: Îraq Ber bi Şoreşeke Çaksazî û Aborî Ve Diçe

Serokwezîrê Îraqê El Falih El-Zeydî
Serokwezîrê Îraqê El Falih El-Zeydî

Serokwezîrê Îraqê Elî Falih El-Zeydî soza "Şoreşek Çaksazî " da ku armanc jê ew be ku çek tenê di destê dewletê de bimîne û pereyên dizî vegerîne.

Serokwezîr El-Zeydî, îro Duşemê li Bexdayê pêşwaziya hejmarek ji balyozên Yekîtiya Ewrupayê yên li Îraqê kir û rûberek berfireh ji planên reform û geşepêdana aborî bi wan re gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de, Serokwezîr got, "hiştina çekan tenê di destê dewletê de" ne tenê dirûşmek e, belku gavên pratîkî ji bo vê polîtîkayê hatine avêtin; nexasim ku 30'ê Îlona îsal (2026) dê bibe dema derketina temamî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Îraqê.

El-Zeydî bal kişand ser hewlên hikûmetê di şerê li dijî gendeliyê de û got ku ew "nahêle kes destwerdanê di pereyên Îraqiyan de bike an jî bi pêşeroja wan qumarê bike, û ji bo kesên ku li derveyî qanûnê ne an jî pereyên Îraqê didizin ti xêzek sor tune ye, û hikûmet dê ji bo vegerandina pereyên dizî yên serdemên berê bixebite."

Serokwezîrê Îraqê banga "hevkariyên aborî bi hemî kompanyayên Ewrupî re kir, nemaze ji ber ku hikûmet bi "şoreşek çaksazîyê û guhertina qanûnan" ji bo pêşxistina aboriya neteweyî û bidestxistina pêşketinê ber bi pêş ve diçe."

This item is part of
XS
SM
MD
LG