Îro Şemîyê 12 sal bi ser yek ji herî dirînde û hovanetirîn tawanên dijî mirovayetîyê derbas dibin, ku rêxistina terorîst a Daişê li dijî rûniştvanên Êzdî yên gundê Koço yê devera Şingalê kir.
15'ê Tabexa sala 2014'an, ne rojeke normal bû ji bo xelkê Şingalê û rûniştvanên gundê Koço. Li dema navê gundê Koço tê, tenê xeyala mirovan diçe ser komkujîya jin û zarok û mêran, ew ên bûne qurbanîyên teroristên Daişê, ku di wê roja reş de zêdetirî 400 kes kuştin û di 22 gorên komî de veşartin.
Kirdara Daişê li Koço beşek bû ji êrîşa bi ser devara Şingalê ku li gor Rêvebirîya Giştî ya karûbarên Êzdîyan pitir ji 6,417 kes hatine revandin û 68 perestgehên wan hatine wêrankirin.
Hêjayî gotinê ye ku Bexda û Hewlêrê di 9'ê Cotmeha 2020'an de ji bo normalîzekirina rewşa Şingalê rêkeftinek îmze kir, lê heta niha ew rêkeftin nehatîye bichkirin.
Cêgirê Serokê Perlemana Îraqê Ferhad Etrûşî di daxuyanîyekê de ku li ser malpera Perlemana Îraqî hatîye belavkirin, careka din daxwaza bichkirina rêkeftinê kir.
Rojnamevan Xidir Dûmilî gote Dengê Amerîka, “Tevî vegerana jiyana normal li piranîya deverên berê di bin kontrola Daişê de, lê devera Şingalê hîn di rewşeke xirab da ye û rêgirî hene hember vegera Şingalîyan.”
Dûmilî dibêje “Şermezarîya mezin di pirsa gorên bi kom de ye, ku Hikûmeta Federal piştî çend salan nikare taqikirnên DNA'ê bi dawî bîne û herwiha ti karekî berçav nekiriye di pirsa xizmet û qerebûkirina qurbanîyan de.”
Piştî 12 salan ji hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herwiha hewldanên xewcihî û kesayetîyên Êzdî û rêkxistînên biyanî, pitir ji 3,500 kes hatine rizgarkirin, ku piranîya wan jin û keç bûn û doseya Şingal û Koço vekirî dimîne.