Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Federal ya Îraqê Berbijartîya Hoşyar Zêbarî Qebûl Nake


Hoşyar Zêbarî
Hoşyar Zêbarî

Dadgeha bilind ya Îraqê îro Yekşemê biryar da ku berbijartîya Hoşyar Zêbarê jibo posta serokomarê Îraqê qebûl neke.

Dadgeha federal li welêt rûniştinek derbarê doza berbijarê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) lidar xist û paşê di daxuyanîyekê de biryar da ku ew "berbijartîya Zêbarî jibo posta serokomarîyê red dike."

Dadgeha federal li 6'ê Sibatê berbijartîya Zêbarî ragirtibû, jiber dozekê li dijî wî ji alîyê çend parlemanteran ve.

Dadgehê wê çaxê anîbû ziman ku dema Zêbarî wezîrê darayî bû, parlemana Îraqê ew jiber dozên gendelîyê dabû ber lêpirsînê û bawerî jê kişandibû.

XS
SM
MD
LG