Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê 5 Masîgir di Êrîşeke Berguman a Daişê de Têne Kuştin


Berpirsekî ewlekariya Îraqê dibêje pênc masîgir hatine kuştin di êrîşeke gurûpa Dewleta Îslamî Daişê de li kampeka nêzîkî gola Sirsar, ku 100 kîlometir li bakurê rojavayê Bexdadê ye.

Serokê encûmena ewlekariya parêzgeha Enbar Naim Kaoud dibêje çekdaran di berbanga sibeha Şemiyê de êrîşî masîgiran kir. Kaoud dibêje sê mîlîtan di pevçûnê de birîndar bûn.

Berpirsekî ewlekariya federal a Îraqê, ku nexwest navê xwe diyar bike, rûdan piştrast kir.

Ajnasa Associated Press roja Înê ragihand ku bi sedan çekdarên Daişê ji Sûriyê derbasî Îraqê bûne û tevlî 5,000 ta 7,000 çekdarên ku berê li wir in, bûne.

Di van demên dawî de çekdaran jimarek kuştin û revandin û êrîş li gundewarên Îraqê kirine.

XS
SM
MD
LG