Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên ragihand ku hevtayê wî yê Îranê Ebas Eraqçî peywendîyeke telefonî ligel wî pêk anîye, tê de herdu alîyan pêşhatên dawî gotûbêj kirin.
Hisên îro Înê li ser platforma X'ê got ku Eraqçî "dawîtirîn pêşhatên danustandinên di navbera Amerîka û Îranê de bo me eşkere kirin."
Wezîrê Derve yê Îraqê rijdî li ser aramî û ewlekarîya herêmî kir. Wî got “Me piştgirîya Îraqê ji bo pêvajoya danûstandinan û girîngîya bidestxistina encamên erênî tekez kir ku dawîyê li nakokîyan bînin û aramîya herêmê zêde bikin."
Karbidestê Îraqî herwiha got welatê wî piştgirîya çareserîyên aştîyane dike û diyar kir ku Îraqê ziyana herî zêde ji vî şerî dîtîye.
Piştî ku operasyonên Amerîka û Îsraîlê dijî rejîma Îranê li 28'ê Sibatê destpê kirin, Îranê û komên girêdayî li Îraqê êrîş li hundirê Îraqê pêk anîn. Ji bilî berjewendîyên Amerîkayê, gelek cih li Herêma Kurdistanê jî rastî êrîşan hatin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ku tevî ew ne beşek ji vî şerî ye, bêtirî 800 êrîşên mûşek û dronan li Herêma Kurdistanê ji destpêka şer ve pêk hatine.