Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê ragihand ku hikûmeta Îraqê navçeyên sînorî yên ligel Sûriyê bi temamî kontrol kirine û rê nade çekdarên DAIŞê yên ku ji Sûriyê direvin, derbasî Îraqê bin.
Berdevkê hêzên çekdar ên Îraqî Lîwa Yehya Resûl ji Dengê Amerîka re got: "Sînorên me bi Sûriyê re aram in û me ew kontrol kirine. Hêzên Îraqî bi şev û roj li ser erkê xwe ne, û firoke li ser sînoran nobetê digirin."
Dengiya reva hejmarek çekdarên DAIŞê ji Sûriyê ber bi Îraqê ve di hin medyayên Îraqê de belav bûne, lê berpirsên Îraqî tekez dikin ku hêzên wan amade ne rê li ber wan çekdaran bigirin.
Wî got, “eger çekdarên DAIŞê bixwazin derbasî Îraqê bin, em rê nadin wan û ew dê bibin armanc."
Kampa Holê û zindana Gwêran, li parêzgeha Hesekê ya Sûriyê, hejmareke mezin ji malbat û çekdarên DAIŞê dihewîne, kamp û zindan ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve tên birêvebirin.
Resûl eşkere kir ku kampa Hol bi dehan terorîst û bi dehan malbatên terorîstan dihewîne.
"Di dema şerê li dijî DAIŞ'ê de kesên ku tirsiyan û çûn Sûriyê hene. Me ew anîn û li kampa Cedaayê bi cih kirin, xol ji wan re vekirin, ew aram kirin û piştre ew di nava civakê de bi cih kirin."
Malbatên DAIŞê yên di kampa Hol, xwediyên nasnameyên cuda yên biyanî ne, lê ev çend sal in li kampê ne û heta niha ji aliyê welatên wan ve nehatine vegerandin.
Resûl anî ziman ku divî ew wiha tevlî civakê nebin, ji ber ku "ew bombeyeke çandî ne ku metirsita teqîna wan heye."
Wî got "Wek Îraq, em pabend in ku van malbatên Îraqî vegerînin, piştî lêkolîneke ewlekarî, emê wan li kampa Cedaa ya başûrê Mûsilê bi cih bikin."
Di 12ê Hezîranê de, Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Îraqî Qasim el-Erecî, Kampa Holê wek bombeyeke demkî binav kir û banga jinavbirina wê kir.
Raporta Dilşad Enwer