Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar Jinên Almanî Ku Tevlî Daiş Bûbûn li Îraqê Tên Girtin


IRAQ SECURITY FORCES
IRAQ SECURITY FORCES

Çar jinên Almanî, di nav de keçeke 16 salî, ku di salên dawî tevlî gurûpa Dewleta Îslamî Daiş bûbûn li Îraqê Hatine girtin û alîkariya Qunsulxaneya Almanî werdigrin, li gor kovara Almanî Der Spiegel ku îro şemiyê ragihand.

Raportê got hin dîplomatan roja pêncşemê serdana jinên girtî kir li zîndaneke balafirgehê li Bexdayê û rewşa wan baş e.

Kovarê got renge ew rastî cezayê sêdarekirinê bên bi sedema tevlîbûna wan a Daiş.

Wê got desthilatdarên Îraqê di destpêka vê hefteyê de lîsteyek dabûn Almanya bi navên jinan, ku navê keça 16 salî wek Lînda W da nasîn ji bajarokê Pulsnitz li nêzîkî bajarê Dresden ê rojhilata Almanya.

Wezareta derve ya Almanya şîrovekirin li dor raportê red kir.

XS
SM
MD
LG