Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Al Sudanî Kabîneya Nû Ya Hikûmetê Bo Dengdanê Dişîne Parlemenê


parlemena Îraqê
parlemena Îraqê

Ofîca ragihandinê ya Mihemed Şiyaa Al Sudanî, kesê ku hatiye destnîşan kirin bo pêkanîna hikûmetek nû li Îraqê, roja Çarşemê daxuyaniyek derbarê berbijar kirina jibo pileyên wezîr û wezaretan bo kabîneya nû ya hikûmeta weaşnd.

Li gor Ajansa Nûçeyan ya Îraqê (INA) ku daxuyanî zelal dike ku îro Pêncşemê wan navên wezîran û kabîneya hikûmetê şandin Civata Nûneran (Parlemena Îraqê) jibo dengdanê.

Dezgeha Ragihandinê ya parlemenê jî bernameya rûniştina îro Pêncşemê eşkere kir.

Di daxuyaniya parlemenê ya ku ji Ajansa Nûçeyan ya Iraqê (INA) hat wergirtin de, hat gotin ku "Rojeva Meclisa Nûneran ya ku dê îro _ Pêncşemê 27ê Cotmehê 2022ê, were lidarxistin, ji bo dengdana li ser wezîrên berbijar û kabîneyê were kirin. Daxuyaniya saziya ragihandina Parlemen got, "Rûniştin parlemenê dê demjimêr şeşê êvarê dest pê bike."

Heta amadekirina vê raportê, dengdan derbarê wezîran û kabîneya hikûmetê di parlemenê de pêk nehatbû.

Li aliyek din eger ku hikûmet hat ragihandin, çavdêr weha dibînin ku beşdar nebûna Sedriyan di hikûmetê de, dê bibe sedema derketina aloziyan.

Jibo pêkanîna hikûmetek nû li Îraqê bê beşdarbûna Tevgera Sedriyan Dengê Amerîka nêrîna Lêkoler Dr. Bîlal Wehab ji Enstîtûya Washington wergirt.

Wehab dide zanîn ku Tevgera Sediriyan ew hêza berê, ne ya siyasî û ne jî ya leşkerî û herwiha ya girseya dengdanê jî nemaye û dibêje heta astekî Tevgera Sedrî paşda maye"Lê Sedrî, ne hindik in."

Derbarê rolê Kurdan di avakirin hikûmeta nû de û aloziyên li Îraqê de, Dr. Bîlal Wehab got, "Kurdan kolavê xwe bi dest xwe girtîye ku ba ne", herwiha wî got ku PDK û YNK'ê nikarî bû ku pirsên xwe yên navxweyî çareser bikin û bi çareser kirina rewşa Herêma Kurdistanê nikarin, ewê derbarê rewşa li Îraqê her nikarin tiştekî bikin, wî got "Xemên kurdan, xemên biçûkin, lê gefên li hember kurdan gefên mezinin."

Raporta li ser rewşa li Îraqê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:06 0:00
XS
SM
MD
LG