Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest Û Helwest: Nakokiyên li Îraqê Û Vekişîna Amerîka ji Bingehên Leşkerî


Piştî ku Adana Al Zurfî hat destnîşan kirin bo avakirina hikûmetek nû li Îraqê, nakokiyên cidî di nava pêkhateyên siyasî û blokên siyasî de li Îraqê ji nû ve serhildan, bi taybet di nava mala hêzên Şîa mezheb de.

Roja Duşemê peyvdarê tevgera Al Sadirî ku hêza herî mezin û bi bandore di qada siyasî ya Îraqê de û endamên herî zêde hene di parlemenê de ragihnd, ku ew ne li dij in, Adanan Zurfî bibe Serokwezîrê Îraqê û kabîna hikûmetê pêk bîne.

Tevgera Al Sadir ev yek ragihand piştî ku Al Zurfî bernama xwe ya avakirina hikûmetê ji parlemenê re şand, parlemena ku jiber belavbûna vîrusa korona nikare rûniştinên xwe encam bide.

Dr.Aram Balateyi
Dr.Aram Balateyi


Di heman demê de, roja Sêşemê 7ê Adarê raportên mediyayî dan zanîn ku aliyên Şîa li Îraqê li hev hatine ku Mustefa Al Kazimî li şûna Adanan Al Zurfî bihê destnîşan kirin bo dirustkirina kabîna nû ya hikûmetê. Hêzên Şîa mezheb li Îraqê, yên girêdayî Îranê ne û têkiliyên wan bi rejîma Îranê re xortin naxwazin Al Zurfî bibe Serokwezîr, û wî bi aligirî û zilamê Amerîka tawanbar dikin.

Herwiha ji aliyê din, hêzên Amerîkî di çend rojên dawî de ji du bingehên serbazî yên giring vekişyan û radestî hêzên ewlekarîya Îraqê kirin, bingeha yekê ya K1 li Kerkuk û bingeha duyan ya Hebaniyê li rojavayê Îraqê.

Bo danûztandina li ser vê mijarê û van pirsgirêkan, Dr. Aram Baleteyî, endamê parlemena Îraqê û peyvdarê fraksyona Partî Demokratî Kurdistan PDKê di parlemena Îraqê de, di bernama Hest Û Helwest de ramanên xwe anîn û ziman û rewşa aloz ya Îraqê û nakokiyên heyî gotûbêj kirin.

Hest Û Helwest, Dr. Aram Baleteyî
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:51 0:00


XS
SM
MD
LG