Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encamên Dengdana Parêzgehên Îraqê: Li Herêmên Nakokbar YNK 9 Kursî û PDK 6 Kursî Bidest Xistin


Dîmenên Dengdanê li Kerkûk
Dîmenên Dengdanê li Kerkûk

Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan li Îraqê roja Pêncşemê encamên dawî yên hilbijartinên Civata Parêzgehên Îraqê li herêmên nakokbar û bêyî parêzgehên Herêma Kurdistanê eşkere kirin.

Li gor encamên dawî yên hilbijartinan, Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) li parêzgehên Kerkûk, Nînewa, Diyala û Selahedînê 9 kursî bidest xistine û Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî 6 kursî bidest xistin.

Li parêzgeha Kerkûkê jî di ragihandina dawî de hejmara kursiyan nehat guhertin. Ji 15 kursiyan, Kurdan 7 kursî bidest xistin. Ji bilî YNK û PDK'ê, partî û hêzên din yên Kurd li Kerkûkê ti kursî bidest nexist.

Li gor encamên komîsyona Kerkûk'ê, ji 559 hezar û 221 dengan, hevpeymaniya Kerkûkê ya bi serokatiya YNKê 157,649 deng bidest xistiye û 5 kursî para wê ketin. PDK'ê jî 52,278 deng û 2 kursî bidest xistin.

Ji hejmara 15 kursiyên Kerkûkê, Kurdan 7 kursî û pêkhateyên din yên Tirkmen û Ereb û yên din her hemûyan 8 kursî bidest xistin.

Li Neynewayê jî, Kurdan ji hejmara 29 kursiyên civata parêzgehê 6 kursî bidest xistin: PDK 4 û YNK 2 kursî.

Li parêzgeha Diyalayê jî, YNK'ê 28,648 deng bidest xistin û berbijarê Xaneqînê bû endamê civata parêzgehê. PDK'ê li Diyalayê tenê 7,790 deng stendin û nikarîbû ti kursîyan bidest bixe.

Li Selahedînê, berbijarê YNK'ê ji lîsteya Cemahîr Watanî bi 10,884 dengan kursiyek di civata parêzgehê de bidest xist. Lê belê, ti berbijarên PDK'ê têra kursiyekê deng negirtin.

Li gor daneyên Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan li Îraqê, hejmara giştî ya dengên hemû parêzgehên beşdar bûne, zêdetirî 6 milyon û 599 hezar dengan bûn.

XS
SM
MD
LG