Bi dehan xwepêşanderên Îraqî roja Yekşemê kom bûn ji bo şermezarkirina "kuştina namûsê" ya stêrka 22salî ya YouTube ku tê îdiakirin ji alîyê bavê wê ve hatiye xeniqandin, û gazin li ser bangên reformên yasayî yên parastina jinan kirin.
Peyvdarê wezareta navxweyî Saad Maan roja Înê ragihand ku Tîba Elî di 31ê Çileyê de li navenda bajarê Dîwaniyê ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin û paşê wî xwe radestî polîsan kir. Raport dibêjin bavê wê bi şev dema ew di xew de bû xeniqand.
Kuştina bi navê "kuştina namûsê" rastî şermezarkirina girûpên mafên jinan û niştecihan hat, ku wan hişyariya tundûtûjiya li dijî jinan li Îraqê û pêwîstiya çaksazkirina yasayan bo sepandina cezayên tundtir li ser tawankaran kir.
Xwepêşanderan pankartên şermezarkirina kuştinê hildan û daxwaza reformên yasayî kirin. Di pankartê de wiha hat gotin: "Di kuştina jinan de namûs nîne."
Xwepêşander Îsrai al-Salman ji Associated Press re got, "Her kesê ku bixwaze jinekê ji holê rake, wê bi riswakirina rûmeta wê tawanbar dike û wê dikuje." Al-Salam xwestku bavê Elî were sêdarekirin.
Xala 41ê ya yaseya cezaya li Îraqê rê dide mêran ku jinên xwe "terbiye" bikin, ku lêdan jî di nav de ye, di demekê de ku xala 409an cezayên kuştinê ji bo mêrên ku jin û xizmên xwe ji ber zînayê bikujin an jî bi awayekî daîmî asteng bikin, heta sê salan cezayê girtîgehê kêm dike.
Rosa al-Hamid, çalakvana rêxistina civaka sivîl a Rêxistina Azadiya Jinê li Îraqê, daxwaz ji desthilatdaran kir ku piroje yaseyeke demdirêj li dijî tundûtûjiya nav malê ku ji sala 2019an ve di Parlemana Îraqê de maye, derxînin.
Wê ji AP re got, "Tîba ji aliyê bavê xwe ve di bin bihaneyên eşîrî yên ku nayên qebûlkirin de hat kuştin."
Cîgira Rêvebera Lêborîna Navdewletî bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Aya Mejzûb di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku tundûtûjiya li dijî jin û keçan li Îraqê dê berdewam be heta ku "desthilatên Îraqê yaseyeke bihêz ji bo parastina jin û keçan ji tundiya zayendî dernexînin."
Rêveberiya polîsê bajarê Dîwaniyê û rêveberiya nexweşxaneyê red kir ku derbarê mirina Elî de ji AP re şîrove bikin.
Tiba Elî li Stenbolê, Tirkiyê dijiya, û kanalek YouTube bi zêdetirî 20,000 şopîner hebû ku jiyana li bajarê Tirkiyê ligel hezkiriyê xwe yê Sûrî belge dikir. Di yekem vîdyoya xwe ya YouTube de di Mijdara 2021an de, Elî got ku ew çûye Tirkiyê da ku xwendina xwe bidomîne, lê bijart ku bimîne ji ber ku kêfa wê ji jiyanê re tê.
Tê gotin ku bavê wê bi vê tevgerê ne razî bû, ne jî planên wê yên ku bi hevjînê xwe re bizewice. Maan got ku Elî û bavê wê di dema seredana wê ya Îraqê de nakokiyên tund hebûn û rojek berî kuştina wê, polîsên civaka xwecihî destwerdan kirin da ku alîkariya wan bikin ku bigihin rêkeftinekê.
Çavkanî: AP