Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komên Çekdar ên Îraqê yên ku Îran Piştgirîya Wan Dike Kî ne?

Amerîka û Erebistana Siûdî li ser komên çekdar ên Şî'a yên ku ji alîyê Îranê ve tên piştgirîkirin li Îraqê êrîş pêk anîn, û herdu welatên hevpeyman got ku ew kom berpirsiyar in ji êrîşên bi dronan li ser saziyên petrolê yên li Siûdîyê.
Vê êrîşê ronahî xiste ser komên çekdar ên ku xwedî giranîyeke siyasî û leşkerî ya berfireh in li Îraqê.

Komên çekdar çawa bûn xwedî bandor li Îraqê?

Komên Şî'a bi geşbûna hêdî ya bandora Îranê di qada siyasî û ewlehîyê de li Îraqê piştî sala 2003an de derketin pêş.
Bi piştgirîya darayî û leşkerî ya Îranê, ev kom bûn hêzeke mezin ku dikarin ji alîyê hêza agir ve bi artêşa Îraqê re hevrikîyê bikin. Ew herwiha di tevna siyasî, aborî û civakî ya Îraqê de bi rêya avakirina torên bazirganî û girtina kursîyan di parlemanê û postên hikûmetê de cih girtine.

Ev kom di bin ala "Berxwedana Îslamî li Îraqê" de kom dibin, ku ew komeke ji nêzîkî 10 fraksiyonên çekdar ên Şî'a yên tund pêk tê ku bi hev re nêzîkî 50 hezar şervanî bi rê ve dibin û xwedî cebilxaneyên ku mûşekên dûrhavêj û çekên li dijî balafiran dihewînin, li gorî gotina du berpirsên ewlehîyê ku çavdêrîya çalakîyên van fraksiyonan dikin û ji ajansa Reuters re axvîn.

"Berxwedana Îslamî" li Îraqê, ku stûnek sereke ye di tora hêzên herêmî yên ku bi Îranê ve girêdayî ne de, dibêje ku ji dema destpêkirina şerê Xezeyê di sala 2023an de, wê bi dehan êrîşên mûşekî û bi dronan li ser Îsraîl û hêzên Amerîkî yên li Îraq û Sûrîyê pêk anîne.
Rêveberîya Serokê Amerîkayê Donald Trump zextê li ser serkirdeyên Îraqî dike ku van komên çekdar bindest bikin.


Komên çekdar ên herî bi hêz kî ne?

Ketaîb Hizbullah fraksiyona herî bi hêz e di "Berxwedana Îslamî" de li Îraqê .
Ew yek ji komên çekdar ên herî nêzî Îranê ye, û di nîveka deh salên yekem ên sedsala bîst û yekê de ji alîyê Ebû Mehdî Muhendis ve hat damezrandin. Di encama êrîşeke esmanî ya Amerîkî de li Bexdayê di sala 2020an de, Muhendis ligel fermandarê leşkerî yê mezin ê îranî Qasim Suleymanî hatin kuştin.

Piştî damezrandina xwe, komê zû bi navûdengiyek berfireh bi riya êrîşên xwe yên kujer li dijî armancên leşkerî û dîplomatîk. Ew bi bikaranîna tevlîheviyek ji êrîşên segvanî, mûşek, guleyên hawanê û bombeyên ku li kêleka rêyan hatine danîn, hate tawanbar kirin.

Texmînên îstîxbarata neteweyî ya amerîkî CIA nîşan dan ku hejmara endamên Ketaîb Hizbullahê nêzî 10 hezar şervanin. Berpirsên Îraqî û endamên komê gotin ku ew xwedî cebilxaneyekê ye ku Dronan, guleyên hawanê û mûşekên balîstîk ên kurtedemî dihewîne.

Amerîka di nava çend salên borî de gelek caran êrîşî bingehên Ketaîb Hizbullahê kir; wekî baregeh, navendên perwerdeyê û cihên lojîstîk. Lê wê komê guh neda daxwazên hikûmetê yên ku digotin divê êrîşên li ser hêzên Amerîkayê bên rawestandin.
Wê ligel komên çekdar ên şiî yên din li dijî şervanên opozisyonê, ku piraniya wan sunî ne, di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de şer kir.

Komê berpirsiyar'ya xwe ji bo çend operasyonên revandinê yên diyar ragihand. Li gorî berpirsên Îraqî, komê Elizabeth Tsurkov, ku xwendekareke doktorayê ya Îsraîlî-Rûsî ye, di dema geşteke lêkolînê de bo Îraqê di sala 2023an de revand.
Qeys Xezelî serkirdet'ya koma Esayîb Ehlulheq dike.

Xezelî di sala 1974an de li devera xizan a bajarê Sedir li Bexdayê ji dayîk bûye, û hewl da ku wêneya xwe baştir bike daku bibe yek ji siyasetmedarên navdar ên Îraqê.


Di sala 2007an de, hêzên Amerîkî ew bi tawana tevlêbûna di êrîşeke li ser avahîyeke hikûmî li Kerbelayê, ku navendeke Şî'î ye li başûrê Îraqê, girtin; êrîşek ku bû sedema kuştina pênc leşkerên amerîkî. Ew piştî ku nêzî sê salan di girtîgeheke Amerîkî de li Îraqê ma, hate berdan.

Xezelî di refên Artêşa Mehdî ya ku girêdayî Muqtada Sedir e de li dijî hêzên Amerîkî şer kir, berî ku di sala 2006an de koma xwe ya çekdar a taybet damezrîne. Ew di nav hejmareke mezin ji şervanên komên çekdar de bû ku çûbûn bakurê Îraqê ji bo şerê li dijî rêxistina Daişê piştî ku wê dest danî ser rûberên berfireh ji welêt di sala 2014an de.

Di sala 2020an de, Xezelî got ku êdî tu behanek ji bo mayîna hezên leşkerên Amerîkî li Îraqê tune ye piştî têkbirina Daişê, û eger ew dernekevin, ew ê bibin hêzeke dagirker.
Tevî ku ew serkirdetiya fraksiyoneke çekdar dike, di dema şerê Xezeyê de ew tevlî êrîşên komên çekdar li ser bingehên leşkerî yên Amerîkayê nebû û bi Wezareta Perwerdehiyê ya Îraqê re dixebitî.

Wî her wiha red kir ku koma wî dest hebûye di kuştina hezaran kesan de di dema şerê navxweyî yê Îraqê yê salên 2006 û 2007an de.

This item is part of
XS
SM
MD
LG