Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Danûstandinan ligel Îranê Derbarê Şandina Petrolê de Gotûbêj Dike

Iraq
Iraq

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed îro Şemîyê got ku Îraq danûstandinan ligel Îranê li ser rêkeftinan dike da ku destûrê bide hinardekirina petrola welatî wî.

Wezîrê Îraqî ti hûrgilî li ser rê û dema diyarkirî ya vê rêkeftinê nedan.

Li gor amarên Wezareta Petrolê ya Îraqê, hinardekirin ji nêzîkî 100 milyon bermîl di meha Adarê de daketîye nêzîkî 32 milyon bermîlan di mehên Gulan û Hezîranê de, ku ev jî kêmbûnek nêzîkî 68% ye.

Navenda Atlantic Council ya Amerîkî dibêje ku girtina Tengava Hormuzê 94% ji hinardekirina petrola Îraqê rawestandîye.

Elî Nizar, Serokê Navenda Bazarkirina Petrolê ya Îraqê, got ku welatê wî di Tîrmehê de 42 milyon bermîl petrola xav firotine û ev rêje bi 105 milyon bermîlan ku ji rêjeya berî krîza Hormuzê kêmtir e.

This item is part of
XS
SM
MD
LG