Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê Ayetullah Mucteba Xamineyî, Mihemed Muxbîr, îro Şemîyê, hişyarî da Îraqê ku derîyên sînorî di navbera herdu welatan de negire.
Ev peyama Îranê di demekê de tê piştî ku Îraqê ragihand ku çend dergehên sînorî di navbera herdu walan de girtine. Hikûmeta Îraqê dibêje ev gav beşek ji hewlên rêgirtina qaçaxtî û meseleyên neqanûnî di navbera herdu welatan de.
Muxbîr di daxuyanîya xwe de piştgirîya Îranê bo Îraqê di dema tangav de anî ziman.
“Di rojên herî tarî de, Îran bi hemû hêza xwe li kêleka gelê Îraqê rawestî û dostanîya xwe tekez kir. Ev peywendîya ku nayê şikandin, ji Bexdayê tê xwestin ku di mijarên sînorî de hişyar be,” karbidestê rejîma Îranê got.
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî di vê heftîyê çend rêkar û biryarên nû pejirand ku armanca wan zêdekirina kontrola dewletê li ser dergehên sînorî û zevîyên petrolê ye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump do Înê di postekê de li ser platforma Truth Social piştgirîya xwe bo hewlên Zeydî yên sepandina desthilata dewletê li seranserê Îranê dupat kir.