Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Xaleke Sînorî ligel Îranê Digire Piştî Kuştina Welatîyekî Îraqî

Hikûmeta Îraqê îro Şemîyê xaleke sînorî ligel Îranê girt piştî ku welatîyekî Îraqî di êrîşên asmanî de li alîyê Îranê hate kuştin.

Jêderên ewlekarî ji ajansa Reuters re got ku di êrîşa li derîyê Şelamçe yê sînorî de herî kêmî pênc Îraqîyên din di wan êrîşan de bi giranî birîndar bûn.

Êrîş li hola pêşwazîya rêwîyan li alîyê Îranê pêk hat.

Polîsê Îraqê dibêjin wan termê welatîyê hatiye kuştin vegerand Îraqê û birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.

Di daxuyanîyekê de, desthilatdarên sînorî yên Îraqê fermana girtina xala sînorî li ber tevgera bazirganî û rêwîyan da.

This item is part of
XS
SM
MD
LG