Breaking News

Îraq Deriyê Sînorî yê Şîb bi Îranê re Vedike û Deriyê Mendelî Digire

Desteya Rêveberîyê ya Deriyên Sînorî yên Îraqê ragihand ku deriyê sînorî yê Şîb'ê roja Sêşemê, 10ê Mijdara 2026an, demjimêr 8:00ê sibehê ji nû ve tê vekirin.

Li gorî daxuyaniya Desteyê sînor hatîye vekirin, piştî temamkirina hemû pêdiviyên teknîkî û karûbarên pêwîst ji bo ji nû ve xebitandina deriyê sînorî, şert û mercên guncaw ji bo hêsankirina tevgera rêwiyan û barên bazirganî hatine amadekirin.

Di heman demê de, Desteyê ragihand ku deriyê sînorî yê Mendelî dê ji roja Înê, 13ê Mijdarê, demjimêr 8:00ê sibehê ve bi awayekî demkî bê girtin.

Desteya Sînoran diyar kir ku ev biryar ji bo temamkirina pêdiviyên teknîkî, karên amadekirin, nûvekirin û çakirinê hatiye girtin. Herwiha, nêzîkbûna demsala zivistan û baran barînê û îhtîmala şertên av û hewayê yên ku dikarin bandorê li tevgera geştîyar, otombîlên barhelgiran û xebata deriyê sînorî bikin, di nav sedemên vê biryarê de ne.

Ajansa Reuters dibêje ev biryar piştî daxuyaniya Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hûsên hat, ku gotibû Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ji hikûmeta Îraqê xwestiye hemû deriyên sînorî yên bi Îranê re bigire, tenê du derî ji vê biryarê hatine dûrxistin, da ku zexta aborî li ser Îranê zêdetir bibe.

XS
SM
MD
LG