Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê Cezayên Girêdayî Îranê Rakirin

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê îro Çarşemê cezayên têkildarî têkoşîna li dijî terorê yên li ser du balafir û sê kompanîyên firokavanî ên ku têkilîya wan bi Artêşa Pasdarên Îranê re heye, rakirin.

Li gor daxuyanîyekê ku Wezareta Xezîneyê li ser malpera xwe ya fermî weşand, wê cezayên li ser kompanîya "Fly Baghdad" û du balafirên wê "Fly Baghdad" û "Iraq Express" ji lîsteya kes û sazîyên qedexekirî rakirin; ev yek piştî zêdetirî du sal û nîvan ji sepandina cezayan li ser wê tê, bi tawana piştgirîkirina Fermandarîya Qudsê ya Artêşa Pasdarên Îranê.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di 22'ê meha yekê 2024'an de ceza li ser Fly Baghdad sepand û ew bi alîkarîya Hêzên Quds û komên çekdar ên hevalbendên wê li Îraq, Sûrîyê û Libnanê tawanbar kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG