Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan îro Çarşemê lî Enqerê bi serokê parlamentoya Îraqê Heybet el-Helbûsî re hevdîtineke kir, ku serokê parlamentoya Tirkîyê Numan Kurtulmuş û wezîrê derve Hakan Fîdan jî beşdar bûn.
Derbarê hevdîtinê de ti hûrgilî nehatin eşkerekirin.
Civîna girtî ya Erdogan û Helbûsî, rojek piştî ku serokên parlamentoyên her du welatan li ser hevkarîya ewlehiyê, komên çekdar yên li Îraqê û projeya rêya geşepêdanê gotûbêj kirin, pêk hat.
Serokê Parlamentoya Tirkîyê Numan Kurtulmuş ragihand ku amadekarî têne kirin ku komên çekdar û milîsên li Îraqê meha pêş çekên xwe radestî hikûmeta navendî ya Îraqê bikin.
Kurtulmuş ev daxuyanî roja Sêşemê li Enqerê, di preskonferansek hevpar de li gel hevtayê xwe yê Îraqî Heybet el-Helbûsî re da. Helbûsî hevdîtinên li ser mijarên dualî û herêmî serdana Tirkiyê kir.
Wî amadekarîyên jibo ku komên çekdar û milîsên li Îraqê ji Cotmehê ve çekên xwe radestî Hikûmeta Navendî bikin, wek gaveke girîng pênase kir. Lê, Kurtulmuş navê komên ku wê di vê pêvajoyê de cih bigirin, dîyar nekir.
Kurtulmuş herwiha di çarçoveya pêvajoya Tirkîyê ya jibo bidawîkirina pevçûna bi Partîya Karkerên Kurdistanê, (PKK)ê de behsa pêşketinên li Îraqê kir. Wî got ku Enqere pêşbînî dike, pêvajoya ku hikûmet wek “Tirkîye ya Bêteror” bi nav dike, bandorekê li seranserê herêmê jî bike.
“Em hêvî dikin ku birayên me yên Îraqî, ku ji terorê gelek êş kişandine, di demeke nêz de ji terorê û komên çekdar rizgar bibin,” wî got.
Helbûsî jî ragihand ku karbidestên Îraqê dixebitin da ku çekên niha li derveyî kontrola dewletê ne, bikevin bin kontrola hikûmeta navendî. Wî ew hewldan wek pêşîneyeke niştîmanî binav kir.
Her du serokên parlementoyan herwiha li ser projeya Rêya Geşepêdanê jî axivîn, ku armanc dike Îraqê bi rêyeke nû ya veguhastinê bi Tirkîye û Ewrupa ve girê bide. Kurtulmuş got ku Enqere piştgirî dide bilezkirina projeyê, Helbûsî jî proje jibo Îraqê wek mijareke stratejîk ya girîng, binav kir.