Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Îraqê Êrîşên Dijî Bajarên Herêma Kurdistanê Şermezar Dike

Nizar Amêdî
Nizar Amêdî

Serokomarê Îraqê îro Şemîyê êrîşên Îranê yên li dijî Hewlêr û Silêmanîyê şermezar kir û ew wekî binpêkirina serwerîya Îraqê binav kir.

Serokomar Nizar Amêdî li ser platforma X'ê got ku “Îraq red dike bibe qada şer ji bo çareserkirina nakokîyên herêmê.”

Amêdî herwiha tekezî li hevsengîya peywendîyên welatê xwe kir û got, “Em pabendbûna xwe bi têkilîyên li ser bingeha rêzgirtina dualî û cîrantîya baş diyar dikin, ku ev yek dê serwerîya welatan biparêze û gelên herêmê ji alozî û nearamîyê zêdetir dûr bixe.”

Îranê di şeva 17'ê Tîrmehê de êrîşeke giran li ser embareke çekên Pêşmergeyan li devera Tasluce ya nêzîkî bajarê Silêmanîyê kir.

Îran û komên çekdar ên Îraqî ku ser bi Îranê ve ne ji dema destpêkirina şerê Amerîka, Îsrael û Îran, bi berdewamî êrîşên mûşek û dronan dijî bajarên Herêma Kurdistanê û bingeh û kampên partîyên Rojhilat dikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG