Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fuad Husên: Amerîkayê Daxwaz Kiriye ku Dergehên Sînorî yên bi Îranê re bên Girtin

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên roja Yekşemê ragihand ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê bi awayekî fermî ji Îraqê daxwaz kiriye ku hemû dergehên xwe yên sînorî yên bi Îranê re, ji bilî du dergehan, bigire. Ev yek di çarçoveya siyaseta Washingtonê ya ji bo zêdekirina fişarên aborî li ser Tehranê de tê.

Wezîr Fuad Husên di hevpeyvînekê de bi kanala Al Jazeera re eşkere kir ku yek ji wan herdu dergehên sînorî li Herêma Kurdistanê ye.

Husên wiha berdewam kir: "Gelek dergehên sînorî yên fermî û nefermî bi Îranê re hene. Girtina wan hemûyan dijwar e û bandorê li aborîya me dike. Ew (Amerîkî) hîn jî daxwaza girtina dergehan dikin û em niha bi wan re di nav gotûbêjan de ne."

Hêjayî gotinê ye ku Îraqê meha borî dergehê sînorî yê girîng ê El-Şêb ê bi Îranê re girtibû, bi mebesta nirxandina rêkarên ewlehîyê û sazkirina amûrên pişkinînê ji bo eşkerekirin û rêgirtina li qaçaxçîtîyê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG