Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Û Îran Jibo Xurtkirina Ewlehiya Sînor Peymanekê Îmze Dikin


Ofîsa Serokwezîrê Iraqê û Konseya Bilind ya Ewlehiya Neteweyî ya Îranê
roja Yekşemê di daxuyaniyeke hevpar de got, Îraq û Îranê rêkeftinek îmze kirin bi armanca tundkirina ewlehiya sînor.

Herwiha di daxuyaniya hevbeş de hat gotin ku "Peymana ewlehiyê ya hevbeş di nav hevrêziyê û parastina sînorên hevpar yên di navbera her du welatan de ye."

Ofîsa Serokwezîrê Îraqê di twîtekê de diweşîne ku "Serokwezîrê Iraqê pêşwaziya li Elî Şemxanî Sekreterê Encumena Bilind ya Asayişa Netewî ya Îranê û şanda pê re kir. Di hevdîtinê de, wî helwêsta tund ya Iraqê dupat kir ku Iraq red dike bibe pira êrişkirina ser welatên cîran."

Herwiha di twîteke din de Ofîsa serokwezîrê Îraqê kesên beşdar di imze kirina peymana ewlekariyê de eşker dike û dibêje "Di bin çavdêriya serokwezîr de, raporeke hevbeş یa ewlehiyê di navbera her du welatan de hat îmzekirin, ku ji aliyê şêwirmendê ewlehiya neteweyî Qasim El-Erecî ve ji aliyê Iraqê ve û ji aliyê Îranê ve jî birêz Elî Şemxanî hat îmzekirin. Di tomara peymanê de hemahengî di parastina sînorên hevbeş di navbera her du welatan de û bihêzkirina hevkariyên hevbeş di çend warên ewlehiyê de ye."

Ev di demekî de ye ku paytexta Îraqê Bexda pêşwaziyê li Konferesa "Diyaloga Bexda ya navdewletî" dike, ku sibeya îro Yekşemê Serokwezîrê Îraqê Mihemd Şiaa Al Sudanî bi peyvekê konferans vekir û şandên ji hemû aliyên îraqê û welatên derve beşdarî di konferansê de dikin.

Di heman demê de Îraqî xwe amade dikin bo pêşwazî li salvegera 20an ya nehiştina rejîma diktatorê berê yê Îraqê Sedam Husên, ku sala 2003ê Amerîka dest bi operasyona rizgar kirina Îraqê kirbû, dema ku Georg W. Bush yê kur li Amerîka li ser desthilatê bû.

Jêder: Reuters-Ofîsa Serokwezîrê Îraqê

XS
SM
MD
LG