Ajansa dewletê ya Îraqê, INA îro Pêncşemê ragihand ku Wezîrê Derve Fuad Huseyîn wê sibê Înê bi hevtayên xwe yên Sûrî û Îranî re bicive.
Li gor ragihandina INA her sê wezîr wê ser rewşa Sûrîyê biaxifin.
Civîn li vê demê rast tê ku serhildayên Sûrî hefteya borî Heleb xistibû bin kontrola xwe û îro Pêncşemê jî Hama sitand.
INA îro Pêncşemê dîyar kiribû ku Wezîrê Derve yê Sûrîyê Bassam Sabbagh derbazî Bexda ya paytext bûye û dabû zanîn ku ewê wezîrê derve yê Îranê derbazî Bexda bibe.
Jêderên Îraqî û Sûrî dîyar dikin ku hin çekdarên Îraqê jibo piştgirî bidin Serokê Sûrî Beşar Esad vê hefteyê derbazî Sûrîyê bûne.
Koalîsyona paramîlîter ya Îraqê ya girêdayî Îranê, Haşdî Şabî li sînorê Sûrîyê hazir e û dîyar dike ku ew tedbîran distîne.
Jêder: Reuters