Wezareta Derve ya Iraqê îro Yekşemê ragihand, ku Serokwezîr Elî El-Zeydî dê dawiya vê hefteyê seradana Îranê bike û çendîn rêkevtinên Lihevtêgihîştinê di warên hevkariya hevbeş de îmze bike.
Wezareta Derve di daxuyaniyekê de li ser platforma Facebook ê, ragihand, ku "Alîkarê Wezîrê Derve yê ji bo Peywendiyên Dualî, Mihemed Husên Behr El-Ulûm, li baregeha wezaretê pêşwazî li Balyozê Îranê yê li Îraqê, Mihemed Kazim Alî Sadiq kir."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, "Her du aliyan peywendiyên dualî yên di navbera Îraq û Îranê de û bernameya seredana çaverêkirî ya Serok Wezîrê Îraqê a bo Tehranê di dawiya vê hefteyê de nirxandin.
Herwiha amadekariyên berdewam ên ji bo vê seredanê hatin danûstandinkirin, ji wan jî îmzekirina hejmarek rêkevtinên Lihevtêgihîştinê di warên hevkariya hevbeş de."
Hêjaî gotinê ye El-Zeydî piştî serdana xwe ya fermî bo Amerîkayê, îro roja Yekşemê gihîşt Bexdayê.