Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqê li Enbar Dest bi Operasyoneka Dijî Daişê Dikin.


Serokwezîrê Îraqê dibêje hêzên Îraqî dest bi operasyoneka dijî çekdarên Daişê kir li aliyê rojavayê welêt, nêzîkî sînorê Sûriyê.

Heyder el-Ebadî ev operasyon ragihand di çarçoweya serdanekê de bo Karbelayê ji bo merasîmên bîranîna kuştina Îmam Huseyn, neviyê Pêxemberê misilman Muhemed.

Hêzên Îraqê xala sînorî ya Îraqê li gel Sûriyê rizgar kir demekê berê vê mehê di operasyonekê de bi piştgiriya koalisyona navnetewî û şervanên êlên xwecihî.

Tê zanîn, çekdarên Daiş tenê hin navçeyên belawela mane li qeraxa çemê Ferat û beyabana di navbera Îraq û Sûriyê de.

XS
SM
MD
LG