Berpirsekî dadweriya Îraqê dibêje dadgeheke Bexdayê cezayê sêdarekirinê da sê endamên Daişê ku welatiyên Frensa ne.
Berpirs dibêje ew sê kes di nav 13 welatiyên Frensî de bûn ku hêzên Sûriya Demokrat meha Çelle radestê Îraqê kiribûn.
Berpirs nexwest navê xwe diyar bike ji ber ku wî desthilata axaftina li gel medya nebû.
Serokê Îraqê Berhem Salih di dema serdana xwe ya Frensa de gotibû ku wê 13 welatiyên Frensî li gor yaseyên Îraqê bêne dadgehkirin.
Hîn ne zelal e wê Frensa, ku bi dehan sal berê cezayê sêdarekirinê qedexe kiriye, çawa bersiva sêdarekirina welatiyên xwe bide.
Bi hezaran jin û mêr ji seranserî cîhanê tevlî gurûpa terorîst Daişê bûn li Îraq û Sûriyê dema gurûpê xîlafeta Dewleta Îslamî ragihand.