Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîroka Polîsê ku Daişê Vîdyoya Kuştina Wî Belav Kir


Jalal Baban
Jalal Baban

Îro Şemîyê Daişê Vîdyoyeke Celal Baban, polîsê ji navçeya Rizgarî ya germîyan belav kir.

Di vîdyoyê de hejmarek çekdarên Daişê bi cilên leşkerî sekinîne û yek ji wan bi dabançê polîs dikuje.

Celal Baban ji binemaleke gundê Narîn yê parêzgeha Diyala ye. Berî sal û nîvekê Daişê ew û pismamekî wî bi navê Hesen Wali revandin û ji wê demê ve çarenûsa wî ne diyar bû.

Pismanê Celal, Ziyad Fayiq ji Dengê Amerîka re got:

“Piştî du mehan ji revandina Celal û berdana pismamê min yê din, Daişê ji jimareke nenas telefona me kir û got Celal efserekî polîs e û me hin merc hene ji bo berdana wî.”

Mecrê Daişê ew bû ku malbata Celal jineke Êzdî ya li cem ajansên ewlekarîya Hewlêrê girtî azad bike. Daiş idîaa dike ku ew xanima Êzdî, jina mîrekî wan e.

Jina Êzdî ya ku Daiş doza azadkirina wê li beramber azadkirina Celal dikir, bi navê H,M tê naskirin û ew dema êrîşa dijî Şengalê ji alîyê Daişê ve hatibû birin û yekî ji mîrên Daişê ew kiribû jina xwe û bi hev re derbasî Sûrîyê bibûn.

Piştî têkçûna Daişê, serkirdeyên Daişê vegerîyan Îraqê û jin û mêr ji hev hatibûn veqetandin. Piştre jina Êzdî li Hewlêrê hate girtin bi tawanbarîya bikaranîna nasnameyeke sexte û hate zîndakirin.

Ziyad Fayeq got ku wan hewl da jina Êzdî azad bikin da ku Daiş Celal azad bike û dawîyê wan bi alîkarîya Ferset Sofî, parêgarê koçkirî yê Hewlêrê, jina Êzdî azad kir.

Li gor Ziyad, komandarê Daişê pişt re ji soza xwe vegerîya û daxwaza radestkirina jina Êzdî kir ji bo azadkirina Celal.

Ziyad got:

“Daişê Celal berî şeş mehan kuştibû lê wan îro vîdyoya kuştina wî belav kir.

XS
SM
MD
LG