Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqê îro Duşemê ragihand, ku di encama êrîşên esmanî de li devera Wadî Zexîtûn a li ser sînorê Fermandarîya Operasyonên Kerkûkê, 6 baregehên "terorîstan" hatine rûxandin.
Fermandarîyê di daxuyanîyekê de diyar kir ku "ev operasyon li ser bingeha agahîyên îstîxbaratî yên hûr û deqîq hatine encamdan, ku ji alîyê Sazîya Îstîxbarata Neteweyî ya Îraqê û Sazîya Dijî Terorê ve hatibûn dabînkirin."
"Operasyon di bin çavdêrî û plansazîya Şaneya Armancgirtinê ya ser bi Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ve bi rê ve çû," Wê got.
Daxuyanîyê her wiha anî ziman ku "Hêzên Taybet dest bi pişkinîna cîhê armancgirtî kirine û bermayîyên wan baregehan bi temamî teqandine, di heman demê de hêzên ewlehîyê berdewam in li ser paqijkirina tevahîya herêmê."