Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Dibêje Wê Rêberekî Payebilind yê DAIŞ li Sûrîyê Kuştîye


Nexşeya Sûrîyê ku tê de cihê bajarê Reqa xuya dike.
Nexşeya Sûrîyê ku tê de cihê bajarê Reqa xuya dike.

Ajansa Ewlekarîya Niştimanî ya Îraqê îro Sêşemê ragihand ku hêzên ewlekarîya Îraqî rêberekî payebilind yê DAIŞ’ê li Sûrîyê kuştiye.

Karbidestên Îraqî got ku welatîyê Îraqî yê bi navê Ebû Zeyneb berpirsê pêkanîna êrîşên dijî hêzên hikûmeta Îraqê bû.

Li gor daxuyanîyake Ajansa Ewlekarîya Niştimanî, Ebû Zeyneb di operasyonekê de bi hevkarîya hêzên koalisyona Amerîkî li bajarê Reqa yê Sûrîyê “di rojên borî de” hate kuştin.

Berdevkekî koalisyona dijî DAIŞ’ê bersiva daxwazeke Reuters li ser vê nûçeyê neda.

Koalisyona bi serkêşîya Amerîka li Sûrîyê alîkarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk di şerê dijî bermahîyên DAIŞ’ê de dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG