Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Kuştina Hejmarek Berpirsên DAIŞ'ê Radigihîne


Arşîv: Leşkerekê Îraqî êrîşa ser bingehên DAIŞê dişopîne
Arşîv: Leşkerekê Îraqî êrîşa ser bingehên DAIŞê dişopîne

Roja Şemiyê, Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Îraqî, di daxuyaniyekê de ragihand ku hûrgiliyên êrîşa esmanî ya firokên F-16 di 31'ê Çile de, ku sitargeheke DAIŞ'ê li devera El-Zerka di çarçoveya Fermandarîya Operasyonên Selahedîn de kir armanc zelal bûne.

Şaneya ev yek di hesaba xwe ya fermî ya platforma X'ê de weşand û behsa hûrgilîyan kir.

Operasyon li gorî agahiyên bawerpêkirî yên ji Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî û di bin çavdêrî û plansaziya Şaneya Fermandariya Operasyonên Hevbeş de pêk hat.

Şaneyê got, "Piştî hewlên teknîkî, şopandin, tekez kirina agahiyan û ceribandinên li ser termên çekdarên DAIŞê di vê operasyonê de, ku 7 term li cihê êrîşê mabûn, bi awayekî teqez hat piştrastkirin ku serkirdeyên navdar yên rêxistina DAIŞ’ê di wê êrîşê de hatine kuştin."

Wê herwiha got, "Di nav termên kuştiyan de kesê bi navê Deham Mihemed Ilêwî ku bi nasnavê Ebû Seîd El-Dandûşî tê naskirin heye, ku di nav rêxistinê de bi Waliyê Kerkûkê tê naskirin û berpirse ji gelek operasyonên terorîstî li deverên Wadî Şay, Çiyayên Hemrîn û herêma Hewîce."

Wê got jî, "Di êrîşê de kesê bi navê Şehade Elawî Salih, yê ku bi Ebû Îsa tê naskirin jî heye, yê ku berpirsê rêxistina DAIŞ'ê yê herêma Hemrînê bû, ji bilî yek ji hêmanên navdar di DAIŞ'ê de ku bi navê Rebî' el-Bettûş tê naskirin, hat kuştin."

Ev êrîş beşeke ji hewlên berdewam bo rûbirûbûna terorê û dabînkirina ewlehiyê li welat, bi hevahengiya ligel hevpeymaniya navdewletî ew êrîş pêktên

Jêder: INA/Medya Îraqî

XS
SM
MD
LG