Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq ji Welatîyên Xwe Dixwaze li Sûrîyê Nemînin


Hikûmeta Îraqê roja Sêşemê ji hemû welatîyên Îraqî xwest, yên ku li Sûrîyê dimînin, bi zûtirîn dem vegerin welatê xwe.

Peyvdarê hikûmeta Îraqê Alî El Debbax got ku Bexda ji rejîma Beşar El Esed û hêzên opozisyonê xwestiye ku êrîşa Îraqîyan nekin. El Debbax dibêje ku kuştina Îraqîyên li Sûrîyê dijîn zêde dibe.

Li gor Neteweyên Yekgirtî, nêzîkî yek milyon mişextên Îraqî li Sûrîyê dimînin.

Şeva Duşemê, Sûrîyê termê du rojnamevanên Îraqî teslîmê karbidestên Îraqî kirin piştî ku li Şamê hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG