Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq û Urdunê Herêmeka Pîşesazî li ser Sînor Vedikin


Xala Trebil a di navbera Iraqê û Urdunê de
Xala Trebil a di navbera Iraqê û Urdunê de

Îraq û Urdunê herêmeka pîşesazî ya hevbeş li ser sînorê di navera herdû welatan de vekir.

Merasîmên li ser sînor bi amadebûna serokwezîrê Îraqê Adel Abdulmahdi û hevtayê wî yê Urdunî Omar Razzaz, bi rêve çûn.

Berpirsên din ên radebilind jî li kombûna îro Şemiyê amadebûn.

Ev gav tê di çarçoweya xurtkirina pêwendiyên herdû welatan de, piştî têkbirina Daiş ku navçeyên Îraqê yên li ser sînorê Urdunê kontrol kiribûn.

Xala sînorî îro Şemiyê bi awakî fermî hate vekirin.

Wek beşek ji rêkeftina di navbera herdû welatan de ku meha Berçille ya borî hatibû îmzekirin, wê Îraq rojê 10,000 bermîlên niftê bi bihayekî nizim bide Urdunê.

Nivîsîngeha Adil Abdulmahdî got berpirsan 1,300 parçeyên entîkeyan ji desthilatdarên Urdunî wergirtine ku wan ji qaçaxçiyan standibûn.

XS
SM
MD
LG