Berpirsekî ewlekariya Herêma Kurdistana Îraqê îro Yekşemê ji ajansa Reuters re got Hêzên Pêşmerge red kirin huşdariyeka Hêzên Heşd el-Şabî li dor vekişandina Pêşmergeyan ji hin xalên stratîjî yên başûrê Kerkûkê, din av de jî firokxaneyk û zeviyên niftê.
Ev yek tê di demekê de ku generalê Îranî Qasim Silêmanî bo serdanekê li herêma Kurdistana Îraqê ye ji bo axaftinên li dor kirîza di navbera desthilatdarên Kurd û hikûmeta Îraqê de.
Silêmanî doh Şemiyê gihîşte Herêmê, li gor berpirsekî Kurd.
Hêjayî gotinê ye, Hêzên Heşd el-Şabî huşdarî dabûn Pêşmergeyan ku berî nîvê şeva borî bi dema xwecihî wan xalên stratîjî bicîh bihêlin, li gor berpirsekî civata ewlekariya hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Peyvdarê Hêzên Heşd el-Şabî Elî el-Huseynî ji ajansa Reuters re got dema destnîşankirî bidawî hat û ew niha li benda fermanên nû ne.