Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nakokîyên Posta Parêzgarê Kerkukê di Navbera Pêkhateyan de Dom Dikin

Hin Endamên Encumena Kerkukê
Hin Endamên Encumena Kerkukê

Piştî ku Parlamenta Îraqê roja Pêncşemê 15ê Cotmehê, li ser temamkirina kabîneya hikûmeta Serokwezîr Elî Zeydî deng da, û parêzgarê Kerkûkê, Mihemed Sem'an Axa, wekî Wezîrê Dewletê ya Karûbarên Pêkhateyan pejirand, nakokî li ser postê parêzgarê Kerkûkê derket holê.

Rêbwar Taha cîgirê yekem ê parêzgarê Kerkûkê ji rojnamevanan re ragihand ku ew ê heta ku lihevhatinek pêk were, wekî parêzgarê Kerkûkê bi wekalet bimîne û hişyarî da ku valahiya îdarî ya heyî dikare bandorên nerêyînî li ser parêzgehê bike.

Di vê navberê de, nûnerên pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen li ser çawaniya rêvebirina vê qonaxa mayî û pêkanîna peymana siyasî ya li ser veguhastina postê di navbera pêkhateyan de nêrînên xwe diyar kirin.

Tirkmen Dixwazin Posta Parêzgarî di Destê Wan de Bimine

Eniya Tirkmenî dibîne ku divê rêvebirina parêzgehê di dema mayî de li gorî lihevkirinan were meşandin daku pişt re post radestî pêkhateya Ereb bihê kirin.

Hesen Toran serokê berê yê Enîya Tirkmenên Îraqî û endamê berê yê Parlemana Îraqê û niha serokê Navenda Kerkûkê ya Diyalog û Lêkolînên Stratejîke, gote Dengê Amerîkayê: "Ev hewildanên Eniya Tirkmenan li gorî destûr û yasayên Îraqê tê meşandin, da ku piştî ku dema pêkhateya Tirkmenan bi dawî bibe, post li gorî rêkêftinê ji pêkhateya Erebî re were radest kirin. "

Hassan Toran, Former Iraqi MP & former Head of the Iraqi Turkmen Front
Hassan Toran, Former Iraqi MP & former Head of the Iraqi Turkmen Front

Qehtan el-Wandawî serokê Eniya Tirkmenan li Kerkûkê gote Dengê Amerîkayê, "Em ê di rojên pêş de ligel hêz û blokên siyasî yên li Kerkûkê danûstandinan bikin, ji bo ku parêzgerekî Tirkmen di demek nêzik de bo parêzgehê were destnîşankirin ".

Hin çavkanîyan ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku navê Qehtan el-Wandawî û Mardin Kok Qoya ji nav kesayetiyên herî li pêş in ku posta Parêzgar wer bigirin.

Ereb: Em li pey her biryarê ne ku li gorî peymanê û Lihevhatinê be

Re'id el-Salih endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji bloka Erebî, got ku bloka wan pabendî peymana siyasî ye û piştgirî dide biryara Eniya Tirkmenên Îraqî ji bo rêvebirina heyama mayî.

Raad Salih – Arab Component Representative in Kirkuk Provincial Council
Raad Salih – Arab Component Representative in Kirkuk Provincial Council

Salih gote Dengê Amerîka, "Em di vê mijarê de li gel Enîya Tirkmenên Îraqî ne û piştgirî didin her biryarê ku ji bo birêvebirina parêzgehê guncaw be, çi hilbijartina parêzgar be, çi destnîşankirina Parêzgarek nû an jî hilbijartina cîgirê parêzgar bo rêvebirina Parêzgehê ji bo çend rojên mayîn heta ku dema guherandina postan were, daku mafên hemû pêkhateyên Kerkûkê bêne parastin. "

Salih diyar kir ku li gorî peymana siyasî ya heyî, postê parêzgarê Kerkûkê heta 31ê meha 12ê 2026ê mafê Tirkmena ye û divê zû biryarê bidin daku li destpêka sala 2027an radestî Ereban bikin.

Mihemed Sem'an Axa piştî sûnda yasayî ye wekî Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Îraqê xwar roja Yekşemê li ofîsa Parêzgarî amede bû, dîsan beriya ku vegere Bexdayê roja Duşemê çû Parêzgehê.

Ev gav wekî peyamek siyasî ji Eniya Tirkmenan re tê ku naxwazin dest ji postê berdin. Aliyê Tirkmen jî dibêjin ku ew dê wekî parêzgar bimîne heta ku fermana serokatiyê (ferman serok komarî) derkeve.

YNK: Girîng e ku Tirkmen û Ereb bigihîjin lihevhatinekê

Berpirsê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê, Soran Dawde, destnîşan kir ku meşandina erkên parêzgarî bi wekalet ji aliyê Rêbwar Taha ve karekî qanûnî ye û ji Dengê Amerîkayê re got: "Em wek Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hemû peymanên ku bi hemû aliyên siyasî re li Kerkûkê hatine girêdan pabend in û bi hevpariyeke rastîn bawer in. Em hêvî dikin ku Tirkmen û Ereb bigihîjin lihevkirinekê, û em piştgirê her lihevkirinekê ne ku ew di nav xwe de lihev bikin."

Soran Dawoodi, an official in the Patriotic Union of Kurdistan (PUK) in Kirkuk
Soran Dawoodi, an official in the Patriotic Union of Kurdistan (PUK) in Kirkuk

Dengê Amerîka hewl da nêrînên Partî Demokratî Kurdistan derbarê Postê Parêzgarê Kerkûkê bigire, lê heta dema amdadekirina vê raporê ti bersiv nedan.

Çavkaniyan ji Dengê Amerîkayê re piştrast kir ku şeva borî li Bexdayê civîneke girîng di navbera aliyên peywendîdar de heye ji hin lîderên partîyên Sîyasî yên Tirkman Ereb Kurd, derbarê mijarê gotûbêj hatine kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG