Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Îraq Daxwaz ji Herêma Kurdistanê Kiriye Alîkarîya Derxistina Neftê bo Tirkîyê Bike

Ajansa Reuters dibêje ku hikûmeta Îraqê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ku rojane herî kêm 100 hezar bermîlên nefta xav bişîne bo bendera Ceyhan ya Tirkîyê.

Li gor karbidestên ku ligel Reuters axivîne, wezareta neftê ya Îraqê hefteya borî ev daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.

Nefta ku Îraq dixwaze bi rîya Herêma Kurdistanê bişîne Tirkîyê, dê ji zevîyên Kerkûkê were derxistin ku ji alîyê hikûmeta navendî ve tên birêvebirin.

Karbidestan got ku wê asta şandinê bi demê re zêde bibe, li gor ka çiqasî neft berdest e, û herwiha Bexda dê buhayên veguhestinê bide. Wan herwiha got ku heta niha ti bersiv ji alîyê Herêma Kurdistanê ve nehatiye dayîn.

Karbidestên Îraqî herwiha da zanîn ku ev gav hatiye avêtin ji bo kêmkirina ziyanên ji ber rawestandina derxistina neftê ji alîyê başûrê Îraqê ve.

Berhemanîna neftê ji zevîyên başûrê welêt, ku piranîya neft li wir tê berhemdan û derfirotin, bi rêjeya 70% daketiye. Li gor jêderan, ji ber ku Îraq bi sedema şerê Îranê nikare nefta xwe bi rîya Kendavê derxîne, ew niha rojane 1.3 milyon bermîlan derdixe, hember 4.3 milyon bermîl berî destpêka şer.

XS
SM
MD
LG